Belgeya Federasyona Bakurê Sûriyê û Rojava

Li Rojhilata Navîn û Sûriyê qeyran û kaos her diçe kûr dibe. Aktorên derve yên mudaxîlê pirsgirêkê dibin, ji ber ku ew bi xwe aliyekî qeyranê û sedema wê ne, vebijarkên bi navê çareseriyê didin pêş bêwate dimînin.Heta niha her mudaxeleya hatî kirin jî, bûye sedem ku qeyran kûrtir bibe. Lewre rexmê hemû hewldanên Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî jî, şer û pevçûnên navxweyî nasekinin, her wisa yek ji dramayên mirovahiyê ya dîrok dibe şahidê wê jî, didome. Bajarên hatine wêrankirin, qirkirinên tevahî civakê didin ber xwe, heqaretên bi çavsorî li rûmeta mirov têne kirin, koçberiya bi milyonan însanan ji bo civakên li Sûriyê û Kurdistanê dijîn nîşaneyên vê felaketa mezin in. Qirkirineke awarte û dûrî aqilan a bi sedan car îstîlayên Moxolan û serdemên cahiliyê ya Ereban derbas dike, tê jiyîn.

Pirsa “wê çi bibe”, wek pirseke lezgîn di rojevê de ye. Hatiye fêmkirin ku bersiv û vebijarkên heta niha hatine pêşniyarkirin û ceribandin çareserî pêk neanîne. Civînên Cenewre yên 1. û 2.bêencam mane. Hevdîtinên Cenewreya 3. hîn destpê nebûne, bi belavbûnê re rû bi rû ne. Wekî din, wisa xuya dike ku pêvajoya Cenewre bi vê rewşa xwe ya niha û pêkhateya xwe ya neadil pir zehmet e çareseriyeke mayînde pêk bîne. Tenê hinek komên nêzî zîhniyeta DAÎŞ’ê ku bi yek alî dikin mûhatab, hêviya ev nêzîkatî di çareserkirina pirsgirêkê de faydeke xwe hebe em bidin aliyekî; xeteriya ku rê ji encamên hîn xetertir re veke jî di hundirê xwe de dihewîne. Ji destpêka qeyranê heta roja me ya îro encama derketî holê; rexmê hemû hêvî û hesretên gelên qedîm ên herêmê û berxwedanên bi fedakarî, heta îradeya wan bi xwe nekeve dewrê, di serî de Sûriye û Kurdistan, bi giştî li herêmê ne mumkûn e çareseriyeke civakî ya mayînde pêk were.

Bêguman êdî dem dema gelan e. Gelên Rojhilata Navîn ên cesaret kirin rabûnên mezin ên xwedî wateyeke dîrokî ya mezin pêk bînin, ev meşa wan a birûmet bêsedem û bêwate nîne. Gelan û civakan ji boli hemberî despotîzma netewe-dewletê, sîstema şefîtiya tekane, serdestiyasermaye û desthilatiyê, ji nêzîkatiyên wan ên bi sedsalan e civakan ber bi tunebûnê ve dibin re bibêjin “êdî bes e” rabûn. Ji bo civak û cîhaneke demokratîk, azad, adil ava bikin qîr û hawar kirin. Mixabin, ji ber baş zana nebûn û xwe birêxistin nekirin, ketin ber pêlên îstîsmara hêzên derve.Heger gelan û civakan li armancên azadî û wekheviyê yên heq kirine xwedî dernekevin û nekevin nav têkoşîneke birêxistinkirî, bivênevê wê bihar bizivire zivistanê, hêvî û xeyalên wana jî vala biçin. Ji bo bihara ereban, ji niha ve tê gotin “bihara fertilî zivistanê”. Di nav civakên Rojhilata Navîn de ji bo ku tevgerên gel ên şoreşger ên hêviyên mezin afirandine, armancên xwe yên şoreşgerî yên demokratîk pêk bînin, erk û berpirsiyariyên dîrokî yên pêwîste bi lezgînî bicih bînin, hene.

Lewreji bo ku ev qonaxa qeyran û kaosê bidawî bibe, gelan di nava demokrasiyê de bi hestên aştî û biratiyê bi hev re bijîn, ji bo yekîtiya demokratîk, ewlekarî û îstikrar pêk were pêwîstenetewa demokratîk, sîstem û çareseriyên konfederal ên îrade û mafênbingehîn ên gelan û civakan li ber çavan bigirin, bên pêşxistin. Feraset û şeklê pêkanîna vê rast tespît kirin, platformeke lihevhatinê ya ku ji meclîsa sazkar pêk bê, ava kirin weke erkeke lezgîn li pêşiya me disekine.

 

Li Rojhilata Navîn, Sûriye û Kurdistanê Pêşketina Dîrokî û Rewşa Rojane Ya Pirsgirêkên Civakî

Heta mirov wate nede tekamûla (evrim) dîrokî ya ku gelên Rojhilata Navîn jiyan kirine û pirsgirêkên wan ên dîrokî li ser hev kom bûne, ne mumkûne mirov wate bide şer û nakokiyên îro jiyan dibin û xwe bigihîne çareseriyeke bingehîn a mayînde. Wekî pir caran tê gotin, di destpêka dîrokê de welatê bingehîn ê jiyana azad û xwezayî, civaka çandiniyê ya gundan û şaristaniya destpêkê Mezopotamya ye. Erdên bihuştî yên wekî Hîlala Bibereket tên binavkirin esas herêmên Sûriye, Lubnan û Kurdistanê yên roja îro ne. Di dîrokê de mirovahiyê cara yekê li van erdan Şoreşa Neolotîkê pêk anîne, pêşketineke şoreşgerî dane çêkirin ku mirov dikare bi şoreşa pîşesazî (sanayi) û teknolojîk a sedsala 16. Ewropa pêk anî re muqayese bike.Çanda xwedawendiyê ya jiyana azad a li derdora jinê pêş ketî, pêşketina exlaqî-polîtîk a berxwedanên azadiyê yên qebîle û eşîretan rê jê re vekirin, wekî nirxên wê serdemê heta roja me ya îro jî hîna girîngiya xwe diparêzin.Van nirx û rûmetên mirovahiyê, civak li ser lingan hiştine. Çand, mîras û şopên şoreşa neolotîkê di jiyana rojane ya civakê de hebûna xwe didomînin. Ji qûntarên çiyayê Torosê heta Kenanê gundên komînal û azad ên Til Helefê di bin dehan girikan de hebûna xwe diparêzin û li bendê ne hinek wana derxin ser erdê.

Şaristaniya Sûmer îcadeke Rojhilata Navîn û Mezopotamya ye. Li ser nirx û berhemên civaka neolotîkê pêş ketiye. Ew, serkaniya tevahî şaristaniyên rojhilat û rojava yên heta roja me ya îro li ser rûyê erdê belav bûne ye. Di dîrokê de kevirên bingehîn ên şaristaniyê yên wekî bajar, dewlet, qraltî, sinif, mulkiyet, zîgurat, mîtolojî, avdaniya berfireh, wêjeya nivîskî, huner, zanist cara yekem ji aliyê şaristaniya Sûmer ve hatine lêkirin. Şaristaniyên Misir, Akad, Babîl, Asûr, Hîtît, Med-Pers, Grek, Roma yên peyre pêş ketine jî, pêwîste mirov weke şeklê navendî yê şaristaniya navendî ya Sumeran a hîn hişk hatî birêxistinkirin û li herêman belav bûyî binirxîne. Rûyekî şaristaniyê ku dîroka dagirkerî, şer, şîdet û mêtingeriyê temsîl dike, rûyê din, hebûna gelên li dijî van tim li ber xwe dane û civaka azad di roja îro de jî hîna bi hemû zindîtî û bedewiya xwe di nav têkoşîna gelên me de dijî. Berxwedanên qebîleyên Amorî, Hûrî-Mîtanî, Gutî, Kasît, Îskît û Medan di veguhertina şaristaniyê de erkeke dîrokî lîstine. Bi van berxwedanan li dijî xwedayên pût ên zalim ên şaristaniya klasîk, di qada zîhniyetê de hizreke exlaqî ya nû ya xwediyê hestên dilşewat û merhametê û berpirsiyariya wijdanî hatiye afirandin. Erdnîgariya ku îro gelên me yên Iraqê, Sûriyê û Kurdistanê li ser dijîn, bi bîranînên zindî yên vê dîrokê tijî ne. Marî, Elba, Palmîra, Girê Mozan, Nûzî, Ûgarît û bi dehan xirbe, gir, bermahiyên bajarên dîrokî û çanda civakî yajiyan dibewekî mîrasa vê dîroka qedîm bandorê li jiyana me dikin û berê wê diyar dikin.

Yek ji spartekên bingehîn ên berxwedana şoreşgerî ya li dijî putperestiya mîtolojîk a qirnên navîn pêş ketî jî, pêngava olî ya Îbrahîmî û baweriya wî ye. Wekî wijdana nû ya mirovahiyê û hestê wê yê exlaqî di pêşketina nirx û berhemên exlaqî yên civakên Rojhilata Navîn de roleke pir girîng û dîrokî lîstiye. Kevneşopiya pêxemberiyê ya Rojhilata Navîn a bi sedsalan dom kirî, wekî wijdana adil a civakê her tim ji mirovahiyê re bûye bangek. Li hemberî neheqiyê berxwedan, serê xwe li ber ê zalim netewandin, nanê heram nexwarin û bêexlaq jiyan nekirin wekî destûrên bingehîn ên kevneşopiya pêxemberî û fîlozofiya Rojhilata Navîn di hafiza civakê de cih girtine. Têkoşînên di vê oxirê de hatine kirin û berxwedanên birûmet ên hatine raberkirin, ji bo civak li ser lingan bimîne bûne çavkaniya îlhamê. Berxwedana Hz. Mûsa ya li hemberî zilma fîrawun, li çarmixê xistina Hz. Îsa, jiyana berxwedêr a Hz. Muhemed û Îslama wî ya şoreşgerî tên zanîn. Pêxemberê Îslamê di hemû jiyana xwe de serê xwe li ber zilmê netewandiye, bûye sembola pêşxistina têkoşîna maf û edaletê. Cara yekê di kevneşopiya Îslamê de bi peymana Medînê mînakên civaka demokratîk raxistiye ber çavan. Dîsa di civaka Îslamê de rijandina xwînê wekî kiryareke heram û sûc hesibandiye. Mixabin, Îslam di destê sultanên Emewî, Ebasî û Osmanî de pir zêde hatiye îstismarkirin û kirine amûrekî fetihkirinê. Îro wekî tiştên DAÎŞ dike, qelandin û xerabiyên herî mezin bi navê dîn kirine.

Sîstema şaristaniya navendî ya Rojhilata Navîn a bi şaristaniya Îslamî gava xwe ya dawiyê avêtî, PZ. ber bi salên 1200’an li hemberî pirsgirêkên li ser hev kom bûne hewldanên Ronakbûnê (Ronesans) tam biser nexistine, pêşengî bi dest şaristaniya Ewropa ya Rojava ve berdane. Bi vê yekê re ketine pêvajoya ku qeyran û pirsgirêk hîn zêde kûr bibin. Ber bi roja me ve pirsgirêka di bin navê ‘Pirsgirêka Şerqê’ de tê jiyîn, piştî ku sîstema şaristaniya navendî ya Ewropa hakimiyet girt destê xwe û berê xwe da herêmê, ji 1800’an şûn de hate jiyîn. Modernîteya kapîtalîst ku ev dused sal in derbasî nav herêmê bûye, bi vê yekê pirsgirêkên nû tevlî pirsgirêkên bi kevneşopî yên herêmê kiriye, ev kirine wek girêkên kor ên mirov nikaribe ji nav derkeve. Bi taybetî vê sedsala dawiyê bi modela netewe-dewletê ya ava kirî, avahiya erdnîgarî û çandî ya nîjadên herêmê parçe bûye, bingehê şer, kaos û qeyraneke daîmî hatiye danîn.

Wekî tê zanîn yek ji sedema sereke ya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di serî de şerê li ser parvekirina Rojhilata Navîn bû. Dema şer qediya eniya îtifaqê ya bi ser ketî, li gorî hevsengiyên hêz û berjewendiyan herêm parve kirin. Sala 1916’ê bi peymana Sykes-Pîcot Rojhilata Navîn hat parçekirin û parvekirin. Li gorî vê peymanê dewletên nû yên lihevçêkirî hatin damezrandin. Ev sînorên ku ji wana re dibêjin xeta Sykes-Pîcot, di nav şert û mercên wê serdemê de nêrandina wan hêzên hakimê cîhanê ya li ser Rojhilata Navîn nîşan dide. Ev Peyman 24’ê Nîsanê 1920’ê bi Konferansa San Remo di asta navneteweyî de fermî bû û bû sîstemeke herêmî ya sed salan. Li vê derê lihev kirin ku dewletên Ewropa li ser “Mandat”an bên belavkirin. Danezana Balfour jî tevlî peymana ku li Filistînê “Mandat”a Îngilîz damezrandîkirin. Bi vî awayî hêzên hakim ên cîhanê bêy ku avahiya nîjadî û olî ya herêmê li ber çavan bigirin, tenê ji bo berjewendiyên xwe welatên nû ava kirin, destpêkê kurd, hinek komên nîjadî jî ji hev parçe kirin. Di encama vê lihevhatinê de ji dewletên hatin damezrandin Iraq, Urdûn, Filistîn bûn herêma Îngilîzan; Sûriye û Lûbnan jî bûn herêma Fransizan. Nexşeya herêmê jinûve hat xêzkirin. Civaka ereban a tevahî dîrokê li nîvgirava Erebîstanê bi şirîkatiya çandî ya nîjadî ya civakeke mezin jiyan kirîn, li ser ji bîstan zêdetir dewletan hatin belavkirin. Ji bo Iraqa em îro nas dikin, heya sala 1920’ê jî Basra, Mûsil û Bexda her yek lîwayên Osmanî bûn; peyre Îngilîzan ev pêkhate anîn cem hev û ava kirin. Feyselê kurê Huseyîn ê şerîfê Mekeyê jî danîn ser. Ji aliyê Îngiltere ve li gel qraltiya mezin a ereban, soza ku bibe xelîfe jî ji Feysel re hatibû dayîn. Fransa ku li hemberî vê planê aciz bû, qadên parvekirinê li ser wana ferz kir û ev planên Îngiltere xera kir. Sala 1926’ê pêkhateya li Meke, Medîne, Riyad û Hicazê hat sazkirin, destpêkê qraltiya Hîcazê, piştre navê Suûdî Erebîstan girt. Ji lîwayên Şam, Heleb û Hemayê Sûriye hat avakirin û dan mandaya Fransizan. Sala 1943’yê jî piştî Fransizan xwe paşve kişandin, burokrasiya hevkar a wana li şûn xwe hiştî, dest bi şerê navxweyî û şerê desthilatiyê kirin. Bi vî awayî ev der zivirandin bîra waweylê. Salên 1949, 1954, 1961, 1962, 1963, 1966 û 1970’yê li pey hev heft darbe çêkirin. Van pêkhateyan rê ji pirsgirêk û pevçûnên navxweyî re vekirin û vana biçûk-mezin di nav hemû dewletên ereb de hatin jiyîn. Heta 1950’yan Rojhilata Navîn û nîvgirava ereban a bi mêtingeriya klasîk û sîstema mandater dihatin birêvebirin, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn cihê xwe ji netewe-dewletên mêtingeriya nû ew ava kirîn re hiştin. Ji ber ku di nav vî zemanê derbas bûyî de çîna burokratîk a hevkar hatibû afirandin û li ser her beşeke erdnîgariya bi cedwelê hatî parkirin, kiribûn desthilat. Ji wana re soz hatibû dayîn ku dewleta ereban a mezin bê avakirin, li gel Feyselê ku kiribûn serkêşê Iraqê, Satî El Husrî yê wek teorîsyenê destpêkê yê neteweperestiya ereban tê qebûlkirin jî anîn Iraqê. Paşê ji sazkarên îdeolojîk ên partiya BAAS a li Sûriyê hatî avakirin Mîchel Eflak (ew bi xwe Xirîstiyanekî ji Sûriyê bû) û Selah El Bîtar ev teorî pêş xistin û kirin nasnameya neteweperestiya ereban. Mîchel Eflak, piştî ku partiya BAAS ava kir û jehra neteweperestiyê belav kir, ji aliyê rejîma ava kirî ve destpêkê Urdûn, paşê surgûnê Venezûelayê hat kirin. Paşê vegeriya Iraqê û bi Sûriyê re ket nav reqabeteke dijminane.

BAAS, bi zimanê erebî tê wateya “nûvejîn”ê. Ji nûvejînê meqsed, civaka ereban bê hejandin, bi ser xwe ve bê û ji bo vegere wan rojên xwe yên împaratoriya debdebe bangeke şiyarbûnê bû. Ji ber vê sedemê BAAS’ê wekî hedefa bingehîn, li Rojhilata Navîn avakirina yek dewleta mezin a ereban xistibû bernameya xwe. Li ser ala tevgera BAAS du dirûşmeyên bingehîn hatine nivîsîn, “Îslam û Sosyalîzm”. Destûra bingehîn a Sûriyê şeklê rêveberiya welat wekî “demokrasiya gel a sosyalîst” pênase dike. Mixabin, rexmê tevahî şîar û gotinên wan ên hemdem, dema mirov li çîrokên hatina ser desthilatiyê ya her welatekî û rola nexêr ya vana nîv sedsalê lîstine binêre, zehmet nîne mirov fêm bike ev avahiyên komploger û yên dij-şoreşê ne ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst a rojava ve hatine avakirin. Yekîtî, azadî û sosyalîzm wekî şîarên modaya qirnê, BAAS’ê ji derve kirê kirine.Cemal Ebdulnasir ku sala 1954’ê li Misirê kirin serokê dewletê, sala 1963’yê jî ku li Iraq û Sûriyê partiyên BAAS bûne desthilat, ev yek di encama darbeyên ku sûbayên artêşê yên neteweperest ên dildarê desthilatê pêk anîn de çêbûne. Vana ku gotinên Îslam û sosyalîzmê bikar dianîn, ev armanceke polîtîk a ji bo xapandina gel bû. Bi bikaranîna dirûşmeya sosyalîzmê dixwestin ji derve destekê ji Sovyetê bigirin, di hundir de jî beşên gel ên kedkar bixapînin.Bi wateya rast tu têkiliya wan bi sosyalîzmê re tune bû. Jixwe dused salan bingehê wan ê madî ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatibû amadekirin û li ser vî bingehî xurt bibûn. Lê belê ji ber di nav Rojhilata Navîn û civaka ereban de baweriya ola Îslamê pir xurt e, neçar man cîlaya Îslamê li vê bixin. Bi wateya rast tu têkiliya wan bi Îslamiyetê re tune bû. Îslam di destê wana de tenê amûreke polîtîk a xizmeta armancên wan dikir bû. Sedam dema çû sêdarê Qur-an di destê wî de bû, lê kuştina kesên azadî û demokrasiyê dixwazin, serê xwe li ber desthilatê natewînin û zilma wî li gel kirî di tu rûpela Qur-anê de nehatiye nivîsîn. Di serî de wî li hemberî wê Qur-ana di destê xwe de girtî sûc û gunehê herî mezin kiribû.

Taybetmendiya bingehîn a partiyên BAAS ên ereb; civakên li ser wana hakimiyeta xwe çêdikin, mîna kevirê aş dihêrin û sîstema bendetiyê (evdîtiyê) ya yek tîp pêş dixin. Bi qasî desthilatên xanedanên serdemên kevin jî nebûne xwediyê merhamet û dilpakiyê. Li ser erdên ku ji aliyê axayên wana ve ji wana re hatine dayîn, mafê xwe dîtin ku wekî zeviyên malbatên xwe teserûf û îstismareke bêsînor bimeşînin. Bi vî awayî desthilatiya wana ji bav derbasî kur bû û bi salan berdewam kir. Demokrasî, mafên mirovan, bi yên ji derveyî xwe fikirîn û empatî kirin tu caran nehat bîra wana. Dewletên kapîtalîst ên lîberal ên rojavayî belkî di mijara hinek mafan de wateyeke wan ji bo welatiyên wana hebe, lê wateya dîktatoriya BAAS’ê ji bo welatiyên wan tenê dijwarî, êşkence û zexteke bêsînor e.

Dema em bên ser îdîaya partiyên BAAS a di mijara pêşxistina yekîtiya ereban de, rexmê ku ev sed sal in vê bilêv dikin jî, sedemên çima ev bi ser nexistine rast danîna holê, ji bo fêmkirina niyetên wan ên rast girîng e. Di navbera salên 1958-61’an de Komara Ereb a Hevgirtî ya bi îdîayên mezin di navbera Sûriyê û Misirê de hat damezrandin, tenê sê salan karî li ser lingan bimîne. Ew jî, ji ber bihevketin û pirsgirêkên mezin ên jiyan kirin mirov nikare jêre bibêje yekîtî jî. Ji ber ku armancên vana ne avakirina yekîtiya demokratîk a civakê bû. Her yek li pey hesabê ku wê çawa xwe bikin destpotên mezin û li ser ên din ferz bikin bûn. Wisa zen kirin ku xelaskarên herî baş ereban temsîl dikin ew in. Qoltixên desthilatiyê yên xwe pê girtîn ji her tiştî hêjatir dîtin û nîşan dan ku di oxira desthilatiyên xwe de tu nirxekî qurban nedin tune ye. Di navbera xwe de pevçûnên quretî û mezinahiyê li ser hev meşandin û dînamît danîn bin piştgirî û yekîtiya civakî ya ji derveyî xwe. Em bihêlin ev yekîtiya civakî ya ereban ava bikin, belavbûn û parçebûna heyî hîn zêde kûr kirin û xistin rewşeke asê. Bi heman awayî li Sûriyê jî desthilata dewleta despotîk a BAAS’ê ew ava kirî jî, ji bo welatiyê mîna evdan ava bike fertilî amûreke bi şîdet û milîtarîzmê hatî hunandin. Hêzên îstixbaratê û ewlekariyê yên dewletê bi salan firşikê civakê di pozê wan re derxistin. Di serî de kurd, mafên ziman û çandî yên gelan tevî nasnameya wan a civakî hat înkarkirin. Siyaseta Erebkirinê ya li ser hemû koman hat ferzkirin, kirin polîtîkayeke bingehîn. Ji sedhezaran însanên kurd re heta nasnameya welatiyê dewletê jî nehat dayîn û li ser erdên bav û kalên xwe wekî ecnebiyan hatin hesibandin. Wekî rêbazekî polîtîkayên Erebkirinê, li ser erdên Kurdistanê “Kembera Erebî” hat avakirin. Ji jîngehên ereban bi hezaran însan ji ser erd û gundên xwe hatin rakirin û li herêmên kurdan hatin bicihkirin. Kes û beşên civakî yên li hemberî van polîtîkayên înkar, bişaftin, qirkirin û zilmê rabûn û li ber xwe dan, li ser wana jî zext û şîdeteke xedar hat pêkanîn. 12’ê Adara sala 2004’ê li Cizîrê mal û mulkên kurdan hatin talankirin. Siyaseta Erebkirinê ne tenê ji bo kurdan, di nav civaka ereban de jî encamên pir neyînî bi xwe re anî. Di navbera gelan de bêbawerî, kîn, hestên dijminatî û neteweperestiyê pêş xist û kûr kir. Li dijî komên Asûrî-Sûryan û Ermenî di dil de tim dijminatî hat mezinkirin. Wekî niçik (uzantı) û hevkarên cîhana Xirîstiyan a rojavayî hatin fêmkirin û weke kêmnetewên gumanbar ên pêwîste tim di bin çavdêriyê de bin, hatin dîtin. Lewre firsend nedan ku ew bi azadî pêş bikevin. An na, ev gel hiş û hafiza Rojhilata Navîn bûn. Civakên di qada huner, zanist, mîmarî û çandê de pêşketî bûn. Ev civak ku di bin zextê de bûcirk man, pêşketina wan a azad hat pûçkirin, encamên vê yên pir neyînî li ser pêşketina civakî ya Sûriyê jî çêbû.

Lewre ev polîtîkaya înkar û tund û tîjiya xwînrij a rejîma BAAS li dijî gelan, civakan, jinan, ciwanan, rewşenbîran û mafên mirovan ên bingehîn meşandî sedema esasî ya vê kaos û şîdeta roja îro ye. Encamên wê tevahî civak bi awayekî xerab aniye ber xala tunebûnê. Li pêşber rejîma BAAS a kîn û nefrîna gel qezenç kirî, gelan û civakan di bin şîdeta dewletê de melisîn, encex her ku firsend dîtin, serê xwe rakirin û bêdeng neman. Bi rastî jî, bi mûdaxeleyeke sînordar a ji derve çêbû, ji bo civakên di bin zext û zilmê de jiyan dikirin firsenda rabin ser xwe çêkir. Li şûna bi erzanî hêzên derve bên sûcdarkirin, rastiya esasî ya pêwîste rejîma BAAS bibîne, ev e.

Wekî tevgera gel a demokratîk a Sûriyê em ji rejîma BAAS û partiyên wê re nabêjin ‘bimire an jî bikuje’.Em vê li ser wana ferz nakin. Kes ne li benda têkçûn an jî serkeftina leşkerî ye. Daxwaza me ya bingehîn, tenê di nava demokrasî, aştî û lihevkirinê de çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Rê bidin ku civak derbasî demokrasiyê bibe. Qebûl bikin ku her pirsgirêkek di nava demokrasiyê û heqaniyetê de bê çareserkirin. Eger îdîayeke wana hebe, vê jî di nava sîstema demokratîk de çareser bikin. Bi qasî ku di nava demokrasiyeke tam de civakê îqna bikin û desteka wê qezenç bikin, ewqas dikarin bibin xwedî maf. Lê na, eger wekî heta niha kirine dîsa bibêjin em ê hêza desthilatê ya despotîk bigirin dest xwe û wekî qamçiyê li ser pişta gel bihejînin û civakê îdare bikin, ev xwe xapandineke mezin e. Êdî wextê vê pir ji mêj ve bihuriye. Ji bo wana yekane rêya bi berjewendî û biaqil, li ser bingehê lihevkirina civakî ya demokratîk rewşa xwe di ber çavan re derbas bikin û bikevin rêya çareseriyê ye. Ji derveyî vê, her şîdet û dînîtiya serî lê bixin, wê tunebûna wana bêhtir nêzîk bike.

Bêguman ev pêvajoya kaotîk a li Sûriyê didome, tenê bi encamên sîstema zextkar a rejîmê re sînordar nîne. Ya rastî, rejîm hatiye ber xala tunebûnê. Ger desteka hêzên derve nebe, dibe ku çend mehan jî li ser lingan nemîne. Lewre ji vê rewşa Sûriye ketiye nav herî kêm bi qasî rejîmê, di serî de Tirkiye, sîstema navneteweyî jî berpirsiyar e. Tirkiye û piştevanên wê yên herêmî hêzên tarî yên wekî DAÎŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam ên ji derveyî mirovahiyê birêxistin kirin, pêş xistin û ev zivirandin makîneyeke hûrkirinê. Van hêzan celadên ku di serî de li ser kurdan, li ser serê gelan kirine belan e. Hêza tehdîtê ya herî mezin a li dijî mûxalefeta gel a demokratîk şoreşger a Sûriyê, ev komikên tarî ne ku Tirkiye li pişt wan disekine. Vana ji bo gelên me tehdîteke pir mezin in ku faşîzma Hîtler jî derbas kirine. Lewre erka lezgîn, ev avahiyên ji derveyî mirovahiyê tesfiye kirin û pêsîra civakê ji vana xelaskirine. Êdî dem hatiye destpêkê Neteweyên Yekbûyî, tevahî hêzên navneteweyî ji vê rewşê re bêjin raweste.

Li Sûriyê Çareseriya Neteweya Demokratîk û Federalîzma Demokratîk

Bi pêşketinên li Rojhilata Navîn û Sûriyê hatin jiyîn texrîbatên despotîzma netewe-dewletê jêre rê vekirî û kiryarên van ên siyasî derketine holê. Êdî hatiye fêmkirin ku bi terzê rêveberiya dewleta despotîk a berê civak wê neyin rêvebirin. Qirnê netewe-dewletan derbas bûye. Dem, bi wateya rast qirnê civakên demokratîk e. Dem dema jiyana bi rengê neteweyên demokratîk û avakirina yekîtiya wana ye. Yekîtiya Ewropa ku bi kûrahî di ferqa vê rastiyê de ye, ji ber ku kêm-zêde qîmet dide vê pêşveçûnê, pîvanên demokratîk û şeklên peymanameyên wê pêş dixe dikare pirsgirêkên xwe di nava danûstandin û aştiyê de çareser bike û bi yekîtiyên demokratîk çareseriyan jî hildiberîne. Kevneşopiyên yekîtî, biratî û jiyana komînal ên Rojhilata Navîn tevî mîrasa çandî ji yên Ewropa hîn xurtir û bikok in. Netewe-dewletên ku çînên hakim ên jor ew ava kirin, rexmê hemû hewldanên wan ên parçekirina civakê û ji hev dûrxistinê jî, gelan û civakan tim zanîne bi hestên biratiyê di nav hev de bijîn. Kîn, dijminatî, ji hev dûrketin, sînor danîn û parçekirin çavkaniya xwe ji gel û civakan nagire. Yê vana tev dide û komên gelan berdide hev hêzên desthilatê yên hakim ên hundir û derve ne.

Di vê rewşê de li Sûriyê ji bo çareseriyê vebijarka îdeal, pêşxistina modela Neteweya Demokratîk û Federalîzma Demokratîk e. Ji ber ku bi modela çareseriya Neteweya Demokratîk wê neteweperestî, desthilata navendî û avahiya dewleta unîter bê bihurandin, ji bo pirsgirêkên civakî jî wê derfeta çareseriya demokratîk pêk bê. Lewre ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêkan tiştê pêwîste bê avakirin ne netewe-dewlet e, neçare Neteweya Demokratîk be. Jixwe di şêwr û mişêwreyên navnetewî yên li ser pêşeroja Sûriyê hatine kirin de ji aliyê tevahî hêzên navnetewî yên bibandor ve tê gotin ku Sûriye wê bi dewleta navendî û unîter neyê rêvebirin. Tesewira Sûriyeke demokratîk a ne navendî, wekî nêzîkatiyeke giştî hêzên navnetewî li ser gihiştine yek nêrînê. Wekî mûxalefeta gel a demokratîk, projeya Sûriya demokratîk a federal an jî konfederal a me heta niha dayî pêş, her roja derbas dibe hîn baştir fêm dibe ku ev çareseriyeke pir biîsabet û di cih de ye û wekî giştî jî tê qebûlkirin.

Pêwîste ev nêzîkatî wek bingeh bê destgirtin, li Sûriyê aliyên siyasî, huqûqî, parastin, civakî, aborî, zîhniyetû hwd. ên sîstema civakî û ya dewletê li ser bingehê demokratîk jinûve bên avakirin. Pêwîste “peymaneke civakî” ya demokratîk a ku azadî û mafên bingehîn ên tevahî gelan, koman û beşên civakî bigire bin garantiyê bê çêkirin. Peymana civakî ku wê azadî û mafên bingehîn ên civakê bigire bin garantiyê, her wisa divê şeklê rêveberiya Sûriyê jî wekî “Sûriya Federal a Demokratîk” destnîşan bike.

Li Sûriyê ne rejîma dewleta unîter a despotîk, ne jî gelan ku belav bibin, parçe bibin û li ser bingehê neteweperestiyê bibin dijminên hev rêya çareseriyê ye. Her du rê û şeklên nêzîkatiyê jî tên wateya şer û hilweşandinê. Federalîzma Demokratîk yekane rê ye ku gelan di nava yekîtiya demokratîk de bi hev re bide jiyîn. Eger dixwazin li Sûriyê yekîtiya civakî û yekparebûna erdnîgariyê bê parastin, yekane rêya vê ya çareseriyê jî Sîstema Federalîzma Demokratîk e.

Federalîzma Demokratîk; xwe dispêre felsefeya sîstema civakî ya demokratîk a ku li pişt wê nêrîneke cîhanî û hêza fikir a teorîk heye. Ev sîstemek civakî ya demokratîk e ku xwe dispêre yekîtiya bi xwestek a gelan û civakan, her civakek li ser bingehê têkiliyên adil û wekhev têde bi rûmet û nasnameya xwe azad jiyan dike. Di vir de nabe hinek bi navê ol, mezheb an jî komeke hindik li ser tevahî civakê xwe mezin bikin, zext û wesayetê pêş bixin, wana bixin wekî dûvikê xwe an jî tehekûmê li ser çêbikin. Her civakek wê serbestiya nasname, kesayet û hesretên xwe jiyan bike. Ji ber vê sedemê federalîzma demokratîk, riyeke ku mirov ‘Xweseriya Demokratîk’ a ku pêwîste di navbera civakan û herêman de hebe, daîmî bike. Bi federalîzma demokratîk çawa ku ji bo her jîngeh û herêmê pîvana ew bi xwe têra xwe bikin tê xwestin, her wisa ji aliyê din ve ji bo mirov ji tengbûna herêmî û girêdaneke hişk a netewî û global xwe dûr bixe wasiteyek e. Di nav federalîzma demokratîk de civakek, dema beşdarî yekparebûneke hîn mezin a ku civakeke demokratîk-ekolojîk bi hevsengî ava bike dibe, nasname û temamkeriya xwe jî di destê xwe de digire. “Li vê derê gotin, nîqaş û biryar a civakan e.” Di sîstema demokratîk a konfederal de ya esas ku mirov vebijarka demokratîk a ji aliyê gel ve bê pêşxistin, hakim bike. Ev sîstem, sîstemeke ku li ser bingehê civakî cihêrengiyên etnîk, olî û sinifî li ber çavan digire. Ev sîstem, ne tenê ji bo Sûriyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî û civakî yên Rojhilata Navîn ên giran bûne jî derbasdar e.

Di vê rewşê de Federalîzma Demokratîk a Sûriyê,ji bawerî û civakên etnîk ên wekî ereb, kurd, asûrî, sûryan, dûrzî, ermenî, tirkmen, çeçen, nûsayrî, keldanî pêk tê.

Şeklê îdarî û birêxistinbûna civakî ya nû ya Sûriyê divê cihêrengiyên civakî li ber çavan bigire û xwe li gorî esasê herêmên federe birêxistin bike. Dema herêmên federe bên birêxistinkirin, di nav yekparebûna Sûriyê de divê rewşa civakî ya herêman û pirsgirêkên wan ên rojane li ber çavan bê girtin. Wekî din, dema hejmara herêmên federe û wesfên wana bên diyarkirin, divê ev bi biryara yek alî û wekî ferzkirinê nebe; divê bi civakên pêwendîdar û mûhatabên wana re mûzakere çêbibe û ev bi riza dilê wana bigihin biryarê.

Her gel û civakek qada gelemperî jî têde, xwediyê wî mafî ye ku di her qada jiyanê de bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive, pêş bixe, di qada perwerdê de bikar bîne. Ol û bawerî azad in. Tu sazî û dezgeha erka rêvebirina civakê bigire destê xwe, nikare berdevkiya olekê, mezhebekê, terîqetekê û baweriyekê bike. Erka rêveberiyê, li hemberî tevahî ol, bawerî û mezheban bêteref e û demokratîk e. Divê bi rêzdarî nêzîkî tevahî baweriyan bibe û ji bo her baweriyekê bêteref û adil nêzîk bibe.

Federalîzma Demokratîk a Sûriyê divê bigire ser milê xwe ku destpêkê Danezana Mafên Mirovan a NY, ji hemû mafên mirov ên gerdûnî re rêz nîşan bide û pêve girêdayî bimîne. Di hemû îcraetên xwe de divê zagonên demokratîk ên mafên mirov ên gerdûnî li ber çavan bigire, li gorî wê tevbigere û bikeve nav çalakiyê.

Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava

Ji bo Sûriyê sîstemeke federal a demokratîk û netewa demokratîk tê gotûbêjkirin û tê nirxandin ku vebijarka herî guncaw ev sîstem e. Wisa xuya dibe ku ji derveyî vê, ne mumkûn e tu vebijarkeke din ji pirsgirêkên Sûriyê re çareseriyê deyne. Li gel vê, gelek sedemên dîrokî, civakî û rojaneyî yên neçar dikin “Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava” bê birêxistinkirin hene. Mirov dikare vana bi kurtasî wisa rêz bike:

Bakurê Sûriyê û Rojava di tevahî dîrokê de wekî qadeke têkilî û nakokiyan qebîleyên aryen û semîtîk têde bi hev re jiyan kirine. Navenda şoreşa neolotîkê ye. Dema tê gotin civaka gund û çandiniyê, Bakurê Sûriyê û Rojava tê bîra mirov. Roja îro jî esas van taybetmendiyên xwe didomîne. Deşta Cizîrê ji bo Sûriyê, heta ji bo Rojhilata Navîn herêma zîraetê û embara çandiniyê ye. Waşûkanî, paytexta Hûrî-Mîtaniyan e. Mirov dikare şopên tevahî şaristaniyên dîrokî yên li Mezopotamya jiyan kirine têde bibîne. Ew, mozayîkeke rengan û civakan e ku di dîrokê de pir gelan û civakan bi hev re jiyan kirine. Gel û civakên ereb, kurd, sûryan, tirkmen, çeçen û hwd. bi sed salan zanîn eli vê herêmê di nava yekîtî, biratî û aştiyê de bijîn. Ev erdnîgarî, bi qasî herêma Bakurê Sûriyê ye, ewqas jî herêma Rojavayê Kurdistanê ya ku kurd lê dijîn, îfade dike. Civaka asûrî, sûryan ji vê derê re dibêjin “Beynel Nehrîn” (navbera du çeman). Her civakek ji aliyê dîrokî û civakî ve bi rengê wate didiyê binav dike û qîmet dide. Bêguman ev nêzîkatiyeke demokratîk û xwezayî ye ku pêwîste hebe. Her binavkirinek jî li gorî xwe nirx û wateyeke wê heye.

Lewma Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava, hêza xwe ji kûrahiya kokên dîrokî yên civakê û daneheva çandî ya dewlemend a ji dîroka Mezopotamya tê, digire. Ev, xwe dispêre avahiya komînal a demokratîk a civaka xwezayî ya ku ji dema sîstema klanê û konfederasyonên eşîran heta roja me ya îro di tevahî dîroka şaristaniyê de nexwestiye bikeve nav civaka dewleta navendî. Xwe dispêre çanda xwedawendan û mîrasê exlaqî yê bilind û bangên zanyarên ewliya û pêxemberên ku tevahî dîroka qedîm a Rojhilata Navîn tim li pey heqîqet û edaletê baz dane û bang li wijdanan kirine.

Dema em bên ser sedemên rojane; ev demên dawî yên li Sûriyê têne jiyîn ji nêzîk ve têkiliya xwe bi pêşketinên siyasî û leşkerî re heye. Li Sûriyê şer û krîza heyî dikeve sala şeşemîn. Şerê herî giran û bêrehm jî li Rojavayê Kurdistanê hate jiyîn. Di van şeran de destpêkê Kobanê, destanên qehremaniyê yên sedsalê hatine nivîsîn. Li hemberî barbariya DAÎŞ’ê ya ku şêst dewlet li ser bûne yek û nikarin pêre derkevin serî, têkoşîna YPG-YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk raber dikin, li ser her cure teqdîrê re ye. Ev, heman demê rastiyeke ku hêzên demokratîk ên navnetewî û mirovahiya pêşverû teyît kiriye. Li vê derê serkeftinên ku qehremaniya gel a şoreşger û kedkar qezenç kirîn, hene. Bêguman her tişt neqediyaye û dawî li şer nehatiye, encex merheleyeke dîrokî ya girîng hatiye derbaskirin û ev nayê înkarkirin. Ev şer û têkoşîn ji bo armancên azadî û demokrasiyê yên gelan û civakan hat meşandin. Di serî de kurdan, tevahî gelên herêmê ji bo ku li welatekî hîn adil, azad û demokratîk bi hev re bijîn, şer kirin. Ev, heman demê armanc û îdealên şoreşgerî yên Bihara Ereban e jî. Niha hemleya şoreşgerî ya vê xeyalê berbiçav bike jî, pêşxistina hemleya “Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava” ye.

Ya hîn girîng jî, li Sûriyê şer wê kengî bisekine û pêşeroj wê çi bi xwe re bîne, hîna ne zelal e. Di vê pêşveçûnê de aştî û îstikrar nêzîk xuya nake. Dibe ku şer pênc, deh salên din jî bidome û pevçûn di nav demek kin de nesekinin. Encex di qadên ku YPG’ê û Hêzên Sûriya Demokratîk azad kirine de, pêwîste gel û komên civakî xwe birêxistin bikin, rêveberiyên xwe saz bikin û sîstemeke rêxistinî ya ku tevahî pirsgirêkên civakî çareser bike, danin. Heger li qadên hatine azadkirin civak bê rêveberî û bê rêxistin bê hiştin, ev wê bi xwe re encamên kaotîk derbixe û rê ji pirsgirêkên pir cidî re veke. Jixwe ev nêzîkî şeş salan e li Rojava qadên xweseriya demokratîk hatine sazkirin. Di qada rêveberiya civakî û bisazîbûnê de tecrûbeyeke girîng çêbûye. Derfet û tecrûbeyên têkoşînê yên hatine bidestxistin pêwîste di qadên nû hatine azadkirin de jî bên bikaranîn û alîkariyên pêwîst bêne dayîn. Mekanîzmayeke rêxistinî ya hevbeş a ku van erkan bicih bîne, pêwîst e. Ji ber vê sedemê “Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava” divê weke pêwîstiyeke koordînasyona hevbeş a di navbera qadên xweser de bê avakirin. Ev proje, heman demê wê ji her alî ve hêz bide Konfederasyona Demokratîk a Sûriyê, wê hêsan bike ku pirsgirêk di nava demokrasiyê de bên çareserkirin û ji bo birêxistinkirina Sûriya azad bibe gaveke pêşveçûnê.

Armancên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava

Rola şehîdan di pêkanîna jiyana azad û jiyana birûmetheye. Her wiha şehîdêm me bi xwîna xwe efsaneyên lehengiyê, cangoriyê û mêrxasiya dîrokî; nivîsandin û gelê me gihandin vê qonaxê.

  1. Armanca bingehîn a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava; azadî û mafên bingehîn ên gelan, civakan û tevahî beşên civakî pêş bixe, sîstemeke civakî ya dadmend, azad û demokratîk ava bike. Ne ku dewleta despotîk a di rêjeyeke girîng de ketiye pêvajoya ji hev belavbûnê, jinûve restore bike, armanc ew e ku li şûna dewletê, saziyên demokratîk ên civakê birêxistin bike û hakim bike.

  2. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava, li şûna rêveberiyeke îdarî ya unîter a navendî, hedefa xwe birêxistinkirina Sûriya federal a demokratîk e. Armanca xwe, taybetmendiyên civakî yên bingehîn ên erdnîgarî, dîrokî, demsalî, demografîk, aborî, çandî û hwd., mecbûriyetên wana û daxwazên gel li ber çavan bigire û vana bi rengê federasyonan sererast bike.

  3. Di Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava de, ‘Herêmên Xweser ên Demokratîk’ di qadên wekî aborî, civakî, ewlekariya navxweyî, tenduristî, perwerde, parastin û çandî de, li gorî esasên xweseriya demokratîk xwe birêxistin dikin û birêve dibin. Li van qadan, di çarçoveya zagonên ku Federasyona Bakurê Sûriyê derbixe de, wê xwediyê maf û rayeyên sînorên wana hatine diyarkirin bin.

  4. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava,xwe dispêre civaka birêxistinkirî û ferdê azad. Di vê çarçoveyê de xwe birêxistinkirina herêmî ya gelan û civakan esas digire. Her herêm û civakek bi awayekî ku ne li dijî peymana civakî be û pêre nekeve nav nakokiyan, ew bi xwe der barê qada xwe de biryar digire û pêk tîne. Civak û beşên gelan di asta herêmê de û wek federasyonê bi awayek xweser xwe birêxistin dikin û rêveberiyên xwe saz dikin.

  5. Azadiya jinê cewherê sîstema federal a demokratîk e. Di hemû qadên jiyanê de mafê jinê heye bi awayek wekhev beşdar bibe. Jin di nav malbata ku xwe dispêre hevjiyana azad de, xwediyê îradeyeke azad e. Biryarên der barê jinê de jin bi xwe digirin. Di her qada jiyana civakî û siyasî de bi awayek wekhev tê temsîlkirin. Di her qada jiyana civakî û siyasî de sîstema hevserokatiyê li ser bingehê temsîliya wekhev a her du cinsan wekî prensîbekê qebûl dike. Sîstema Konfederal a Demokratîk a jinê di her qadekê de bi rengekî xweser birêxistin dike.

  6. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava,sîstema xwe ya birêxistinkirina civakê dispêre meclîsan, akademiyan, komînan û kooperatîfan. Rewabûna xwe ji îradeya hilbijartina azad a gel û civak pêk tînin, digire; hemû beşên rêveberiyan û meclîsan bi hilbijartinê tên diyarkirin. Hemû rêveberên bi hilbijartinê tên ser erkê, ji aliyê organên ew hilbijartine ve salekê tên denetîmkirin. Organên ew hilbijartine, dema pêwîst bibînin mafê xwe heye ku nûnerên xwe cardin bi heman rêbazî paşve bikêşin.

  7. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava, bi komînkirina ax, av û enerjiyê wekî prensîbeke bingehîn qebûl dike. Hedefa xwe, endustriya ekolojîk û aboriya komînal e. Destûr nade îstismarkirina sermayeyê, metakirina jinê û kedxwariya kar a yekdestdariyê. Di wateya civakî de hedefa xwe, asta jiyaneke aboriya însanî û watedar e ku pêwîstiyên madî û manewî pê dabîn bike.

  8. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava,dixwaze ewlekariya gel û welat li ser bingehê feraseta Parastina Rewa pêk bîne û vê esas digire. Mafê her civakekê yê parastina rewa nas dike. Hêza birêxistinkirî ya civakê û beşdarbûna demokratîk wekî bingehê parastina rewa dibîne.

  9. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava,dilpakiyên exlaqî û siyasî yên ji sê aliyên demokrasî, azadî û edaletê pêk tê, dipejirîne û hedef dike vê bike bingehê polîtîkaya xwe ya derve. Di têkiliyên navneteweyî û herêmî de aştî, diyalog û lihevkirinê esas digire. Polîtîkaya xwe ya aştî û dostaniyê, wekî stratejiya bingehîn a polîtîkaya navneteweyî qebûl dike.

  10. Hemû gel û civakên di bin rêveberiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojavadejiyan dikin,dikarin di qada navnetewî de bi yên nêzîkî xwe dibînin re an jî bi gel û civakên heman çand û baweriyê jiyan dikin re têkiliyên siyasî, aborî, civakî, çandî û şirîkatiyên demokratîk pêş bixin. Encex divê ev têkilî û girêdan ne li dijî armanc û berjewendiyên Sûriya Federal a Demokratîk bin, pêre ne nakok bin.

  11. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojavaarmanca xwe ya di asta herêmê de; avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn e. Hewl dide hemû gel û civakên li Rojhilata Navîn jiyan dikin di her qada siyasî, aborî, civakî, çandî û hwd. de yekîtiya wan a demokratîk pêş bixe, sînorên netewe-dewletê yên hişk derbas bike, bihêle gelan di nava aştî, biratî û ewlehiyê de bijîn.

  12. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava, baweriyê bi rola sereke ya ciwanan di civakê; dike. Ji ber ku ew hêza çalak in di civakê, her wiha beşdariya wan di hemû qadan de misoger dike.

  13. Sîstema federal a demokratîk; misogeriya yekîtiya erdên sûriyê ye.

Meclîsa Damezrîner a sîstema Federal jib o Rojava û bakurê Sûrî

17.3.2017

Comments are closed.