Daxuyanî Ji meclîsa damezrîner a sîstema federalîzmê li Rojava-Bakurê Sûrî

Hatiye derxistin Ji bo raya giştî ya sûrî, herêmî û navnetewî:

Ji bo bersivdayîna banga kordînasyona giştî ya herêmên xweseriya demokratîk (Cizîrê, Kobanê, Efrîn) ji hemû pêkhate, hêzên siyasî, partî û çalakiyên civakî li van herêman û li herêmên ku ji rêxistinên terorîstan hatine rizgarkirin; bi mebesta lidaxistina civîneke berfireh ku di encama wê de nêrîneke siyasî giştî ji bo çareserkirina aloziya sûrî; derkeve. Em jî weke nûnerên van herêman di rojên 16 û 17 Adarê 2016`an de, me civîna xwe lidar xist, her wiha me bi rêzdarî şehîdên gelên xwe bi bîranî, ew şehîdên ku bi xwîna xwe mezintirîn efsaneyên lehengiyê, qurbaniyê û mêrxasiya dîrokî; nivîsandin. Her wiah bi saya wan gelên me gihaştin vê qonaxê.

Di encama vê civînên de ev biryarên li jêr hatin standin:

1- Sûriya pêşerojê wê ji hemû gelên sûriyê re be, ev tişt jî dê di riya sîstemeke federal û demokrat û li ser bingerha hemû pêkhateyên civakî de; pêk bê.

2- Xebitîn ji bo damezrandina sîstemeke federal û demokrat ji Rojava – bakurê sûrî.

3- Hilbijartina hevserokatiya hevbeş ji encûmana avakir û desteyekê rêxistinkirî ji 31 endaman.

4- Komîteya rêxistinî bi amadekirina hevpeymaneke civakî û nêrîneke qanûnî û siyasî ya berfireh ji vê sîstemê re di demekê de ku nezêdeyî 6 mehan be.

5- Hemû komîte û belgeyên ji meclîsê derdikevin xwe dispêrin hevpeymana mefên kesane û girûpan a ku ji hêla Netewên Yekbûyî hatiye pesendkirin ku di naveroka xwe de li ser avakirina sîstemeke civakî û demokrat tekez dike. Her wiha kesên di civînê de xwedî li têkiliya sîstema hatiye damezrandin ligel kûrahiya sûrî derdikeve ji ku ew jî parçeyeke jê ye. Di heman demê de xwedî li rêgeza aşîtî û biratiya gelan ligel gelên hawîrdorê û pêşxistina tiştên ku xizmeta vê yekê dikin; derkeve.

6- Azadiya jinê ew e cewhera sîstema federalîzma demokrat, mafê jinê heye di beşdarbûna weke hev û stendina biryarên ku pê ve girêdayî be her wiha pêwîst e nûneretiya wê bi awayekî weke hev di hemû qadên jiyanê yên siyasî û civakî de.

7- Dibe ku hemû gel û civakên ku di bin siya sîstema federal a Rojava – bakurê sûrî de dijîn; têkiliyên xwe yên siyasî, aborî, civakî, çandî û hevkariyên demokrat ligel kesên ku wan guncaw dibînin an di baweriyê û çandê de hevpar bin ji gel û civakan li ser asta herêmî û navdewletî; pêş bixin. Bi mercê ku ev têkilî li dijî armanc û berjewendiyên federalîzma sûriya demokratî; dernekeve.

8- Ji mafê herêmên ku bên rizgarkirin ji destê rêxistinên terorê ew bibin parçeyekê ji sistêma federal ya dimoqrat li Rojava – Bakurê Sûriyê bi rengekê lihevkirî.

9- Armanca sîstema federal a demokratîk li Rojava-bakurê sûrî li ser asta herêmî ew e: pêkanîna federalîzma demokrat li Rojhilata Navîn û pêşxistina federaliya demokrat ji aliyê hemû qadên siyasî, aborî, çandî, civakî û di navbera hemû gelên ku li Rojhilata Navîn de dijîn, di riya derbaskirina sînorên netewdewletê de derfet heye ku jiyana bi aramî, biratî û ewlehî; pêk bê.

10- Pêkanîna sistêmekê federal a dimoqrat di nav yekgirtina xaka Sûriyê de be.

Gelên Sûrî-Kurdistan, Rojava, girûp û çînên civakî Em îro di qonaxeke dîrokî û rewşên hestiyar derbas dibin, sûriya îro di xerabtirîn rewşên tracîdî dijî, bi sernavên milyonên koçber, sedê hezara kuştî jibilî rûxandina mezin li binyadên sûrî de, tevî wilo jî di wan salên borî de em tecrubeyeke pêşketî li Rojava dibîinin ku bi saya xwîna şehîdan hatiye parastin, her wiha serkeftina wê di gelek îmkan û destkeftiyên ku di vê demê de hatin bidestxistin; xuya dike. Ev e weke derfeteke rastîn ji bo avakirina sîstemeke federal û demokrat li Rojava – bakurê sûrî; tê dîtin. Em jî bawerin û piştrastin ku wê bibe nimûneyeke ji bo çareserkirina aloziya sûrî.

Li ser bingeha van biryarên dîrokî yên ku me stendin, di serî de em vexwendina jinê ya ku nûnertiya jiyana azad a nû, ciwan, kombûn, kedkar, gelên me û hemû beşên civakî; dikin de ku guh bidin van biryaran û tevlî bibin, her wiha rêxistin û avakirina sîstemên ferderaliya demokrat; bikin. Û em vexwendina hemû hêzên demokrat, mirovî û pêşverû dikin da ku destekê bidin keda me.

Erê ji bo yekîtiya çarenûs, jiyana hevbeş û biratiya gelan re.

 

Encûmena avaker ya yekîtiya ferderaliya demokrat li Rojava – Bakurê Sûrî 17. Adar 2016

Comments are closed.